Abdullah Tel
03 Tebax 2018•Rojanekirin: 07 Tebax 2018
AGIRÎ
Eleqeya li ser Qesra Îshaq Paşa ya ser sînorê rojhilatê Tirkiyeyê ye û di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire her ku diçe zêde dibe.
Qesra dîrokî ya li başûrê Bazîda navçeya Agiriyê ye li herêma Rojhilatê Anadoluyê di nav qadên herî hêja yên turîzmê da cih digire.
Qesra Îshaq Paşa li herêmê yek ji mînakên berbiçav yên mîmariya Osmaniyan e û ji sala 2000î vir va jî di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire. Çar aliyê Tirkiyeyê di nav da ji welatên Asya û Ewropayê jî tev turîst tên dîtina qesrê.
Herêm di dîrokê da wekî "dergûşa şaristaniyê" tê binavkirin û Qesra Îshaq Paşa jî di nav da gelek berhemên dîrokî hene û hejmara turîstan roj bi roj zêde dibe.
Wekîlê Midûrê Çand û Turîzmê yê Agiriyê Erkan Kosedag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Qesra Îshaq Paşa ji bo herêmê gelekî girîng e.
Kosedag der barê qesrê da agahî da û got: "Qesr li ser girekî bilind hatiye avakirin û li qadeke 7 hezar û 600 mêtreqereyî cih digire û ji hêla Îshaq Paşayê duyemîn va hatiye temamkirin. Li gor salên berê hejmara ziyaretvanên ku tên serdana qesrê gelekî zêde ye. Ji ber hatina turîstên xwemalî û biyanî yên ku qefle bi qefle tên navçeya me em gelekî kêfxweş in. Turîstên tên herêmê bi taybetî dixwazin ku qesra Îshaq Paşa bibînin."
- "Bi saya UNESCOyê eleqe zêde bû"
Wekîlê Midûrê Çand û Turîzmê yê Agiriyê Kosedag ragihand ku Qesra Îshaq Paşa piştî ku di nav Lîsteya Berwext a Mîrateyên Dinyayê ya UNESCOyê da bi cih bû eleqeya li ser jî zêdetir bû û ev yek jî roj bi roj zêdetir dibe.