22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ANKARA
Wezareta Çand û Tûrîzmê "Lîsteya Sor a Acil: Berhemên Çandî Yên Di Xeterê Da Yên Iraqê" ya ku ji bo Iraqê hatiye amadekirin wergerande tirkî.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin, wek ku Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nabî Avci di Şûraya Çanda Neteweyî ya 3yan da diyar kir Tirkiye ji bo parastina mîrata çandî ya herêma lê ye bi saziyên navneteweyî ra xebatan dike.
Wezareta Çand û Tûrîzmê ya ku di van salên dawîn da gelek xebat meşandin, ji bo parastina berhemên çandî yên Iraqê yên ku di xeterê da dest bi xebatan kir.
Wezaretê "Lîsteya Sor" a ku Konseya Muzeyan a Nevneteweyî (ICOM) par ji bo Sûriyeyê amade kiribû wergerandibû tirkî û îcar jî "Lîsteya Sor a Acil: Berhemên Çandî Yên Di Xeterê Da Yên Iraqê" wergerande tirkî û çap kir.
Lîsteya Sor a Acil ya Iraqê ya ku ICOMê di sala 2015an da amade kiribû di çarçoveya xebatên ku Wezareta Çand û Tûrîzmê bi Enstîtuya Lêkolînên Îlmî ya Emrîkan (ARIT) ra birêva dibe da hat tercumekirin. Bruşûrên ku hatin çapkirin li muzeyên Tirkiyeyê, koleksiyoner, gumrik, yekeyên ewlekariyê û hevkaran tên belavkirin. Di Lîsteya Sor a Acil a Iraqê da berhemên ku dibe bên dizîn, talankirin, revandin û bi rêyên derqanûnî bazirganiya wan bên kirin hene.
Di lîsteya ku hatiye amadekirin da berhemên dîrokî yên dibe ku bazirganiya wan bên kirin wek kategorî ji hev hatine veqetandin, armanca lîsteyê ew e ku ev berhem bên parastin. Di lîsteyê da ji berhemên ku ji Iraqê hatine dizîn zêdetir berhemên Iraqê yên ku di envantera saziyên mîratê da hene cî digirin.
Hişyariyê didin muze, malên mezatê, bazirganên hunerê û koleksiyoneran ku bira ewraqê ji serî hetanî binî bixwînin û bêyî lêkolînê berheman nekirin.