21 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê grûba ku di kurtedemekê da li ser medyaya civakî bi navê "Mr. Erbil" (Erbîl Beg) navdar bû, bi minasebeta hatina cejna Newrozê cilûbergên herêmî li xwe dike û bi awayî balê dikişîne ser xwe
Ciwanên ku her hefte li keleha kevnar a Hewlêrê tên cem hev, bi piranî bi cilûbergên nûjen poz didin. Hejmara endamên Mr. Erbil ku wekî "Yekemîn klûba modeyê ya mêran a Iraqê" nasnav e, di kurtedemekê da ji 20î derket 40î.
Li ser Instagramê jî qedera 80 hezar şopînerên komê hene. Endamên grûbê bi minasebeta hatina cejna Newrozê ji bo peyama "pêkvejiyanê" cilûbergên herêmî yên hemû unsûrên dînî û nijadî yên Herêma Kurdistanê li xwe kirin. Grûba Mr. Erbilê bi cilûbergên herêmî yên rengîn û cuda va poz dan objektîfan.
Endamê grûbê Goran Piştevan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Bi hatina cejna Newrozê me xwest em peyama pêkvejiyanê bidin gelê xwecihî yê herêmê. Endamê kîjan nijad û dînî dibe bira be, ji bo me kêşe nîne. Me xwest em vê yekê bi cilûbergên xwe nîşan bidin."
Piştevan destnîşan kir ku grûb bi tenê ji kurdan pêk nayê û wiha xeberda, "Di serî da tirkmen, gelek ereb û siryanî jî endamê grûba me ne. Em tevda bi cilûbergên xwe dewlemendiya herêma xwe nîşan didin."