17 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
ANTALYA
Di serdema kanûna paşîn-gulana tûrîzma îsal da piştî du salan cardin tûrîstên ûris di rêza yekemîn da bicih bûn.
Li gorî amarên ku peyamnerê AAyê ji daneyên berwext ên Wezareta Çand û Tûrîzmê berhev kir, di 5 mehên pêşîn (kanûna paşîn-gulan) ên 2017an da ji Rûsyayê bigire heya Almanyayê, ji Iraqê bigire heya Venezûelayê, ji Sîngapûrê bigire heya Hollandayê bêtirî ji sedan welatî bi tevahî 8 milyon û 762 hezar û 509 geştiyarên biyanî hatin Tirkiyeyê. Hejmara geştiyarên ku di 5 mehan da hatin, li gorî heman serdema sala 2016an ji sedî 5,55 zêde bû.
Dema ku mirov li gorî nijadê li geştiyaran mêze bike, piştî du salan cardin ûris bûn yekemîn. Di 5 mehên ewil ên îsal da ji Rûsyayê 928 hezar û 376 kesî seredana Tirkiyeyê kir.
Piştî Rûsyayê, ji Gurcistanê 874 hezar û 995, ji Almanyayê 863 hezar û 572, ji Îranê 774 hezar û 10, ji Bulgaristanê 638 hezar û 409 geştiyar hatin Tirkiyeyê. Herwiha Ingîltere, Ukrayna, Azerbeycan, Iraq, Hollanda, Yewnanistan, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Fransa, Romanya û DYA jî ji welatan in ku ji her yekî ji ser sed hezarî geştiyarî seredana Tirkiyeyê kir.
Hejmara geştiyarên ûris ji sedî 572 zêde bû
Di 5 mehên ewil ên salê da hejmara geştiyarên ûris ên ku seredana Tirkiyeyê kirin, li gorî heman serdema sala par ji sedî 571,86 zêde bû. Di 5 mehên ewil ên 2016an da ji Rûsyayê 138 hezar û 181 geştiyarî seredana Tirkiyeyê kiribû.