Haydar Şahin
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
VIYETNAM
Karamanlar Rehmeta mizgefta herî mezin a Viyetnamê ya ku bi destê ÎHHyê hat çêkirin bi merasimê hat vekirin.
Talîp Karamanê karsazê xwedîxêr ê ku li Stenbolê dijî, pere bexşande ÎHHyê ku li Viyetnamê mizgeftê çêke. ÎHHyê li Chau Doca bajaroka An Gîanga herêma Viyetnamê mizgefta ku hezar û 200 kesî hildide çêkir. 15 hezar mislimanên ji Kamboçya û Viyetnamê beşdarî merasima vekirina mizgeftê bûn.
Hasan Aynaciyê Alîkarê Serokê ÎHHyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wek ÎHHyê li gelek ciyên dinyayê xebatan didomînin û li Viyetnamê jî hin xebatên wan hene. Aynaci destnîşan kir ku li bajaroka Ho Chî Mînhê Navenda Çanda Îslamê ava kirin û xêncî vê jî alîkariyê didin kesên mexdûrê xaza porteqalê û çalakiyên çandî.
Aynaci destnîşan kir ku di sala 2014an da di ziyareta Viyetnamê da mislimanên li welêt hatine ba wan ji wan ra qala hewcedariya bi mizgeftê kirine û proje dane wan û wiha pê da çû: "Me jî li ser vê ji aliyê teknîkî va li ser projeyê lêkolîn kir û paşê em çûn ba Talîp Karamanê xwedîxêr. Karaman alîkarî da û me dest bi çêkirina mizgeftê kir."