ERBÎL
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (RHKIF), ji bo qanala zarokan ya bi navê Zaro TVyê amadehiyên xwe didomîne. Dê bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî weşanê bike. Piştî Pelîstank TV dê Zaro TV bibe duyemîn qanala zarokan.
Amadehî bi lezgînî didomin. Rêvebiriya qanalê diyar kir ku dê cotmehê de dest bi weşanê bikin. Qanal dê li ser peykên Turksat û Nîlsatê weşanê bike. Weşan dê ji welatên Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û Erebistanê bê temaşekirin.
Rêvebirê Giştî yê Weşana qanala zarokan Halgûrt Muhemed Alî, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku qanal ji aliyê desthilatdariya RHKIFê ve tê fînansekirin û got: ''Zaro TV yekem qanala zarokan a fermî ye. Berî me Pelîstank TV hat vekirin lê ev qanalek taybet e.''
Armanca me ev e ku zarok bi vê bernameyê kurdî fêr bibin û wiha pê de çû: ''Dê hin bernameyên me der barê perwerdehiya ziman de bin. Armanca me ev e ku zarok zimanê xwe yê dayikê fêr bibin. Êdî em dixwazin kurdên Diyarbekir, Dihok û Qamişliyê ji hevdu fêm bikin.''
Alî diyar kir ku dê Zaro TV qet reklaman neke û got: ''Dê weşanên me yên reklaman qet tunebin. Dibe ku qanala me ji hêla aboriyê ve wenda bike lê ji hêla perwerdehiya zarokan ve dê bi qezenc be.''