Rapêşiya Efendiyê Hespan li Brezîlya, Almanya, Amerîka û Îspanyayê hat nîşandan û eleqeyeke mezin dît. Ji bilî Mîguel Barrîonuevo Alex Giona, Manolo Zumariva, Ricardo Navas û Voltige Sherzod Mamatov di rapêşiyê de cî girtin. Di rapêşiyê da bi rêya roniyê û şovên dîtbarî 60 hesp dertên ser dikê û hereketên balkêş dikin.
Rapêşî di çarçoveya hefteya tûrîzmê da dê heftê du caran li Antalyayê were nîşandan.