Haydar Şahin
27 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
VAN
Li Çataka navçeya Wanê xwendekar govendên herêmên cuda yên ku di çarçoveya xebata qaymeqamtiyê da hîn bûn di nav xweşikahiyên tebiî da digrin.
Li Çataka navçeya Wanê ya bi tebîet, baxçeyên guzan, hingiv û tesîsên masiyên deqsor tê zanîn piştî pêkanîna ewlehiyê giranî dan ser çalakiyên civakî.
Qaymeqamtiyê di sala 2016an da ji herêmên cuda qiyafetên govendê kom kir, xwendekarên govenda Ege, Behra Reş, Marmara, Behra Sipî û Anadoluya Navîn hîn bûn jî bi van qiyafetan xebatên xwe didomînin.
Di nav xweşikahiya tebiî ya herêmê da hin xwendekar horon digrin, hinek bi lîstikên Romanan kêxweş dibin.
Xwendekarên qiyafetê herêmên cuda li xwe dikin dewlemendiya çanda welêt jî nîşan didin.
Mehmet Salîh Taşê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piraniya mamosteyên tayîna wan derketin navçeyê ji herêmên cuda tên.
Taş got ku mamoste çanda herêma xwe tînin navçeyê bi vî awayî cureya govendên li navçeyê tên lîstin zêde dibe.
Taş got ev ji bo navçeyê rûmet e û wiha pê da çû: "Xwendingehên me yên van xebatan dimeşînin ji ber ku li gundan in îmkanên wan kêm in. Lêbelê ligel vê hevalên me yên mamoste kedeke mezin dan û xebata baş derxistin holê.
"Dixwazin tevlî pêşbaziyan bibin"
Aynur Korkmaza mamosteya Îngilîzî ya ku ji vir 2 sal berê tayîna wê derkete Dibistana Navîn a Alacayarê diyar kir ku pêşiyê govendên Anadoluya Navîn paşê jî govendên herêma Egeyê hînî xwendekarên xwe kirin.
Korkmazê got ku paşê jî govendên herêmên din jî hîn bûn û xwendekarên li herêmê ji hînbûna govendan ra zehf jêhatî ne.
Korkmazê got ku piştî hînbûna govendê baweriya zarokan bi xwe hat û di dersên xwe da jî bi ser ketin û wiha pê da çû:
"Me dît ku xwendekar gelekî jêhatî ne û dixwazin hîn bibin çi ji destê me hat me aliyê wan kir. Xebatên baş derketin holê. Em bi profesyonelî naxebitin lêbelê zarok ji aciziyê xilas dibin. Ji hêla civakî va dema çalak dibin dersên wan jî rind dibin. Dema dibêjin 'Ez di ekîba folklorê da me' kêfa wan xweş dibe û bi xwe bawer dikin."
Aynura mamoste got ku gelê herêmê bi çavekî baş li van xebatan mêze dike û wiha axivî: "Heke îmkan hebe ez dixwazim xwendekaran bibim pêşbaziyên li Wanê an li herêmên cuda yên welêt."