Önder Beyter
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Şanohez eleqeyeke germ nîşanî "Mem û Zîn"a ku berhema alimê Îslamê û bîrewerê Kurd Ehmedê Xanî ye û ji bo şanoyê hat veguhastin û li Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê tê nîşandan, didin. Wate nimayişên şanoyê tijî dibin.
Şanoya Mem û Zîn" ku berhema şair, feylesof, dîrokzan û mitesewif Ehmedê Xaniyê ku li Bazîda Agiriyê hatiye dinyayê ye û bi Kurdiya Kurmancî hatiye nivîsîn, ji bo şanoyê hat veguhastin û li Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê jî tê nîşandan,
Welatî eleqeyeke zêde nîşanî şanoya ku tê da stran û diyalogên Kurdî jî hene û ji aliyê Cuma Boyunkara ji bo şanoyê hat wergerandin û Firat Aygun jî derhêneriya wê dike, didin.
Şanoya ku ji roja tê nîşandan vir va, di salonên serî heya binî tijî da tê nîşandan û heta niha ji aliyê 4 hezar kesî va hatiye temaşekirin, heta ku sezona şanoyê bi dawî bibe dê her meh were nîşandan. Heger eleqeya temaşevanan wiha germ dewam bike, tê texmînkirin ku heta dawiya sezonê dê ji 40î zêdetir nimayişî bike.
- "Ev çîrok gelekî tê hezkirin û tê zanîn"
Midûra Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê Gonca Eryigitê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku berhema Ehmedê Xanî "Mem û Zîn" çend sal ber li Şanoya Dewletê ya Wanê hatibû nîşandan û niha jî wekî Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê ew, şanoyê didin nîşandan.
Eryigitê bal kişand ku welatî eleqeyeke germ nîşanî berhemê didin û heta niha qedera 4 hezar temaşevanî şano temaşe kir.
Eryigitê wiha axivî:
"Salon timî devra ye. Em û temaşevanên me em bexterwar in. Heger ev eleqe dewam bike, şano dibe ku 40-45 caran were nîşandan. Heya dawiya sezonê ez bawer im ku salon dê devra tijî be. Ji ber ku ev çîrok gelekî tê hezkirin û tê zanîn. Temaşevan şanoyê serkeftî jî dibînin. Ez wer bawer im ku şano dê wekî nimayişa hemû bilêt tên firotin dewam bike."
Ji welatiyan Emre Sati, Hasan Ozaydogdu û Nurettîn Ure ku hatine temaşekirina şanoyê, destnîşan kirin ku şano gelekî serkeftî ye û herwiha ew pir kêfxweş in ku şano li Şanoya Dewletê ya Diyarbekirê tê nîşandan.