Şahin Seçen
02 Tebax 2025•Rojanekirin: 07 Tebax 2025
Li Heskîfa navçeya Batmanê di çarçoveya xebatên ronîkirinê da, derdora kelehê, Newala Şaabê û Arkeopark hat ronîkirin.
Li gorî daxuyaniya Qaymeqamtiyê piştî temambûna xebatên ronîkirina Keleha Heskîfê, Newala Şaabê û Arkeopark ji aliyê Karêbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) va, ev cih dewrî Wezareta Çand û Geştiyariyê hatin kirin.
Sepanên ku di çarçoveya projeyên ku ji aliyê Walîtî û Qaymeqamtiyê va hatin birêvabirin, êdî dîmena şevê ya navçeyê dewlemendtir bû.
Di çarçoveya xebatên ku digel parastina rengê dîrokî hat kirin, ji geştiyariyê ra jî hatin vekirin û her wiha qadên ronîkirî yên derdora Kela Heskîfê jî hate firehkirin.