Melik Fırat Yücel
01 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê sisê xwemalî, 9 fîlm dikevin vîzyonê.
Fîlma bi navê "Pêşbirka Fermî" ya ku serlîstikvanên wê Penelope Cruz, Antonîo Banderas û Oscar Martînez in wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Derhênerên fîlmê Gaston Duprat û Mariano Cohn in.
Fîlm behsa çêkerê fîlmê yê ku bi karsazekî ra li hev kiriye dike.
- "Şeva Wehş"
Derhênerê fîlmê Tommy Wirkola ye.
Serlîstikvanên fîlmê Davîd Harbour, John Leguîzamo û Beverly D'Angelo ne.
Cureya fîlmê tirs û komedî ye.
Di fîlmê da komeke eskerên bipere şeva sersalê dikevin hundirê malekê û her kesî dîl digirin. Lê kesekî dikare baş şer bike jî li malê ye û bûyer diqewimin."
- "Di Rewşeke Acil da Janeyê Bigere"
Serlîstikvanên fîlmê Elizabeth Banks, Sigourney Weaver, Chris Messina, Wunmi Mosaku û Kate Mara ne.
Jineke ku ketiye nav rewşeke xirab dema hewl dide ji wê rewşê xelas bibe jiyana wê diguhere û fîlm behsa vê yekê dike.
Derhênerê fîlmê Phyllîs Nagy, senarîstên wê Roshan Sethi û Hayley Schore in.
- "Decîbel"
Sînemagerê Koreya Başûrî In-ho Hwang di fîlma xwe ya "Decîbel"ê da qala nêçîrvanekî dike ku pê dihese di stadyûmê da bombe hatiye bicîkirin û hewl dide malbata xwe xilas bike.
Di rola sereke ya fîlmê da Rae-won Kim, Lee Jong-Suk û Cha Eun-Woo dileyîzin.
- "Heba Genim"
Di vê fîlma ku Parlementer Serkan Bayram bi jiyana xwe wek çavkanî hatiye hilbijartin da qala ferdekî astengdarê di jiyanê da hewleke çawa nîşan dide, tê kirin.
Stranbêj Kutsî, Yelîz Akkaya û Denîz Arna di fîlmê da dileyîzin.
- Reqsa bi toriyan ra 6"
Di vê fîlma wek rêze hatiye kişandin da Şevket Çoruh, Îlker Ayrik, Tîmur Acar, Murat Akkoyunlu û Didem Balçin di rolên sereke da dileyîzin û di vê fîlmê da qala bûyerên li dervayê welêt tê kirin û ev ekîp tevlê dibe.
- "Sêhra Necronomîconê"
Di vê fîlma tirsê da ku wek lîstikvan Mehmet Denîz Karakuzu, Belînay Açikbaş û Zohre Alsan dileyîzin da qala pirtûkeke sêhrê ya ku dibe sedema bûyeran tê kirin.
- Fîlmên anîmasyonê yên vê heftê
Fîlma bi navê "Yûnisê Sebî" ku Mihemed Kheîrandîsh derhênerî kir û bi şirîkatiya Tirkiye, Îran û Rûsyayê hat kişandin û fîlma din a anîmasyonê ya vê heftê jî "Panda û Cinawirên Şirîn" ku derhênerê Kanadayî Sean Patrick O'Reilly kişand wê têkevin vîzyonê.