Abdullah Tel
25 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2020
Waliyê Diyarbekirê û wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Munîr Karaloglu bi dengbêjan ra hat bal hev.
Karaloglu û Qaymeqamê Sûrê û wekîlê Şaredarê Sûrê Abdullah Çîftçî çûn Mala Dengbêjan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ye.

Walî Karaloglu li Mala Dengbêjan bi dengbêj Mehmet Tanriverdî, Cemal Tanriverdî, Hasan Bîlîcî û Neytullah Sayili ra axivî û li kilamên wan gotin guhdar kir.