Dema ku li Kobanê şerê di navbera DAEŞ û hêzên kurd de dest pê kir û qasî 4 mehan dewam kir 200 hezar penaberên kurd ji Sûriyeyê xwe spartin Tirkiyeyê. Tirkiye hê jî ji bo mirovên mexdûr hêviyek e û alîkariyên xwe didomîne.
Tirên ku tê de xwarin, vexwarin, derman û cil û berg hene li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinara Sirûcê tên kontrolkirin. Rayedar paşê van tirên alîkariyê dişînin Kobanê.
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev du sal in ew ji deriyê sînor alîkariyê dişînin aliyê din û wiha axivî:
"Beriya pevçûnan me 815 tir alîkariya mirovî şand Kobanê. Dema şer de jî me him alîkariya mirovî şand û him jî me alîkarî da ku birîndar li Tirkiyeyê bên tedawîkirin. Ji bo ku pêşmerge û Artêşa Sûriyeyê ya Azad derbasî Kobanê bibe Tirkiye ji bo wan bû navenda derbasbûyînê. Piştî şer jî hemû alîkarî ji vir hatin kirin. Me heta niha hezar û 602 tir alîkariya mirovî şand."
- "Spas Tirkiye"
Ji penaberan Elî Cabir jî spasiya Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Ji bo Kobanê çare bi tenê Tirkiye bû û Tirkiyeyê jî ji xwe alîkariya me kir. Em dizanin hûn ji dilê xwe alîkariya me dikin, lê dema ku derfetek çêbe û hewce bike em ê jî piştgiriyê bidin we. Em û zarokên xwe dixwazin di pêşerojê de alîkariya we bikin. Spas Tirkiye."