06 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
DİYARBAKIR
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy der heqê êrîşa ku li navçeya Baglarê bi wesaîta bombebarkirî hat kirin da got: "Rêxistina terorê ya cudaxwaz ev çalakî kir. Herî zêde jî welatiyên me yên sivîl hedef hatine girtin."
Walî Aksoy, Qaymeqam Cumalî Atîlla ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hat wezîfedarkirin, û Parlementerê Diyarbekirê yê AK PArtiyê Ebûbekir Bal li cihê êrîşê lêkolîn kir.
Aksoy ji esnaf û welatiyan ra got derbasî be û li kargehên ku xesar dîtine û li avahiya xizmetê ya li ser Midûriya Emniyeta Bajêr lêkolîn kir.
- 22 ekîbên tesbîtkirina xesarê hatin avakirin
Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî teqînê ji bo tesbîtkirina xesarê wan 22 ekîbên cuda cuda wezîfedar kir û ekîban dest bi xebatan kir.
Aksoy diyar kir, ew dixwazin van xebatan demildest temam bikin û bedela xesara welatiyan bidin û wiha dewam kir: "Em ji bo welatiyên xwe hatin vir. Me ji wan ra got ku derbasî be. Me ji wan ra got ku dewlet ji bo alîkariyê bûye seferber û bi hemû derfetan va ligel welatiyên xwe ye."
- 10 malbat li otêlê dimînin
Aksoy got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan ew hewl didin, malbatên ku malên wan xerab bûne, wan ew li otêlê bi cih kirin.
Aksoy diyar kir ku wekî Walîtî wan heta niha 10 malbat li otêlan ezimandin û wiha xeberda:
"Me tu welatiyên xwe li derva nehişt û emê nehêlin jî. Bona tedarîkkirna pêdawîstiyên wan hemû dem û dezgehên li Diyarbekirê bi hesasiyeteke mezin dixebitin. Ekîbên Şaredariya me ya Mezin li vir xebatên xwe didomînin. Ew jî çi ku ji destê wan tên dikin. Temenaya me ew ku ev xesar demildest bê avakirin û welatiyên me vegerin jiyana xwe ya asayî."
Walî Aksoy herwiha destnîşan kir ku der heqê rewşa rûxîna bînayan da ekîb xebatên xwe dikin.
- "Tespîtên nû derketin holê ku tespîta me piştrast dike"
Aksoy da bibîrxistin ku ajanseke nûçeyan a navneteweyî nûçeyeke ku xwe dispêre malpereke nûçeyan parve kir ku ev bûyer bi destê DEAŞê hatiye kirin û wiha dewam kir:
"Êrîş, çalakiyek e ku bi destê rêxistina terorê ya cudaxwaz hat kirin. Bi giranî jî welatiyên me yên sivîl bûne hedef. Li vê derê bi piranî welatî dijîn û sivîl lê dimînin. Daxuyaniya me û tespîta me ew bû ku rêxistina terorê ya cudaxwaz ev bûyer pêk anî. Nirxandin û tespîtên nû derketin holê ku tespîta me piştrast dikin."