26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
VAN
Kevok ji ber ku zivistanê tengasiya qût dikşînin, li Wanê esnaf bi sedan kevokên ku li parqê dicivin, xweyî dikin.
Zivistanê bi sedan kevok li Parqa Çandî ya Ehmedê Xanî dicivin. Esnafên der û dorê her sibeh qût didin kevokan.
Esnaf Mevlut Îzgî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî kargeha xwe di 1989an da vekiriye û ji wê demê heta niha ew kevokan xweyî dike û ew kevokan pir hez dike û wiha dewam kir: "Serê sibê dema ku ez deriyê kargeha xwe vedikim û kevok min dibînin, li hev diçin û tên. Çawa ku zarokek şa dibe û belî dike, kevok jî dema ku çav bi min dikevin, şa dibin."
Îzgî daxuyand, dema ku ew qût dide wan, kevok hîç jê natirsin û li peyê wî digerin û difirin.
Îzgî destnîşan kir ku ew gelekî rihet di nava kevokan da digere û wiha dewam kir, "Piştî maweyeke dirêj di navbera min û çîvikan da peywendiyeke kûr çêbû. Kevok ajalên pir taybet in û ez gelekî hez ji wan dikim."
Herwiha Îzgî got ku li parqê ciyê kevokan divê ji kûçik û pişîkan bê parastin.
- Îraniyan jî ji kevokan hez kir
Esnaf Necatî Emel jî diyar kir ku ew zivistanê li parqê qût dide bi sedan kevokên ku kom dibin û kêfxweş dibe.
Emel destnîşan kir ku tûrîstên ku ji Îranê tên Wanê, parqê jî ziyaret dikin, êm didin kevokan û bi kevokan ra wêne dikişînin.