25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
BATMAN
Xebatên avakirina Hesenkeyfa nû ya navçeya Batmanê bê navber dewam dikin. TOKIyê ji bo welatiyan dest bi çêkirina 320 avahiyan kir.

Qaymeqamê Hesenkeyfê Faruk Bulent Bayguven daxuyand ku ji bo Hesenkeyfa nû xebatên wan bê navber dewam dikin. Bayguvan got ku wan ji sala 2008an heta niha 698 avahî xilas kirin û dane xwedanên wan.

Bayguven axaftina xwe wiha domand: "Hûn dizanin ku Hesenkeyfa berê wê di bin bendava Ilısûyê de bimîne. Ji ber vê em jî niha ji bo Hesenkeyfa nû bê navber dixebitin. Me gelek saziyên me yên kamûyê bar kirin. Hin kêmasiyên me hene. Emê wan jî bi arîkariya walîtiyê di demeke kin de înşellah xilas bikin. Ji me pirs dikin dibêjin em ê kengî herin Hesenkeyfa nû? Me îhale çêkir. Înşellah heta dawiya sala 2018an em ê hemû awahiyan biqedînin û teslimî welatiyên xwe bikin."
