11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Mizgefta Fatih Paşa ya li Sûra navçeya Diyarbekirê ku berhema Osmaniyan a ewil a li bajêr e ji ber êrîşên terorê û şewatê pir xesar dît û meriv niha nikare lê nimêj bike.
Di çarçoveya operasyonên li dijî endamên rêxistina terorê dihatin kirin de ji 2yê kanûnê heta duh êvarê Fatih Paşa jî di nav de li 6 taxên Sûra navçeya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Zirara ku ji ber agir, şer û pevçûnên li taxê qewimîn gihîşt Mizgefta Fatih Paşa (Mizgefta Qûrşûnî) piştî ku qedexe duh ji saet 23.00an pê ve rabû derket holê.
Çawa ku qedexe bi dawî bû welatî ji malên xwe derketin, ber bi mizgefta dîrokî ve çûn û dema texrîbata li mizgeftê dîtin pir li berê ketin.
Di agirê ku bi mizgeftê ket de deriyê mizgeftê yê heqîqî bi tevahî şewitî û mîmbera biwereq ya zêrîn jî gelek zirar dît.