Önder Beyter
22 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina nivîskarê Washington Postê û rojnameger Cemal Kaşikçi ku li Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê hat kuştin da îfadeya hin xebatkarên konsolosxaneyê tê hildan.
Bi destê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna der heqê Cemal Kaşikçi ku di 2yê cotmehê da çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û jê derneketibû da dewam dike.
Tê çaverêkirin ku di çarçoveya lêpirsînê da 22 xebatkarên Tirk û yên biyanî werin Qesra Edaletê ya Stenbolê li Çaglayanê û wekî "şahid" îfade dan.
Hefteya çûyî roja înê 23 xebatkaran wekî şahid îfade dabûn.