Abdullah Tel
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 13 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dijî mensûbên Rêxistina Terorî ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) birêva dibir da hat tesbîtkirin ku endamên FETOyê bernameyeke dişibe lîstika "2048 Fun and Relaxing Puzzle Game''yê ji bo têkîliyê emilandine.
Buroya Sûçên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê gelek nîşaneyên dijîtal û belgeyên rêxistinî ji Engînê navê wî yê esil E.K ye û berpirsê eskerên mensûbên rêxistinê bûn û di nav rêxistinbûna Hêzên Behrê da cih digirtin, hilda.
Dozgeriyê li nîşaneyên hatibûn hildan mêze kir û tespît kir ku di pergalên dijîtal ên Androîd û ÎOSê da bernameya têkîliyê ya dişibe lîstika "2048 Fun and Relaxing Puzzle Game''yê heye. Mensûbên rêxistinê ji ser wê bernameyê xeber ji hev hildane û ji hev ra şandine.
Dozgerî der barê mijarê da lêkolînê didomîne.