Haydar Şahin
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
TUNCELİ
Çavkaniyên Mûnzûrê ya ku Midûriyeta Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Tebîetê û Çandê ya Erziromê di sala 2001î da wekî qada parastî îlan kiribû payîzê xweşikahiyên cuda dide ziyaretvanan.
Her salan bi hezaran ziyaretvanên xwecî û biyanî Çavkaniyên Mûnzûrê ya ku li Ziyareta gundê Ovacika navçeya Tûnceliyê ye ziyaret dikin. Çavkaniyên Mûnzûrê 17 kîlomêtre dûrî Ovacikê û 80 kîlomêtre jî dûrî navenda Tûnceliyê ye.

Ava ji qula keviran dikişe, şirşirnegên mezin û piçûk, gol û pelgên zer ên payîzê diweşin ên Çavkaniyên Mûnzûrê ya tebîeta wê hatiye parastin merivan şaş û metel dihêlin.
Li gor çîrokê şivanekî navê wî Mûnzûr e şîrê di elba destê xwe da dirijîne erdê li ser Çavkaniyên Mûnzûrê ya ji çand, bawerî û tûrîzmê ciyekî girîng e derdikeve holê.

Çavkaniyên Mûnzûrê ya ku gelê herêmê wekî mekana pîroz qebûl dike ji bo Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê jî zehf girîng e.
Ayhan Demirê wênekêşê tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çavkaniyên Mûnzûrê ji bo herêmê ji dewlemendiyên herî mezin yek e.
Demir got li Çavkaniyên Mûnzûrê ava ji qulên keviran dikişe zehf balkêş e û wiha pê da çû: "Çavkaniyên Mûnzûrê bi ava berfê û şiliyê xwedî dibe. Di her demsalê da ava Çavkaniyên Mûnzûrê dikişe. Ev dera bi darî şirşirneg û golên xwe xweş e. Ji hêla Elewiyan ev dera pîroz tê qebûlkirin û ji bo vê tê parastin."