Muhammet Kurşun
10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
MÛSIL
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî bi awayî fermî ragihand ku Mûsil bi temamî hatiye rizgarkirin.
Îbadî li Mûsilê axaftina "serkeftinê" kir û got bajêr bi temamî ji DEAŞê hatiye rizgarkirin.
Îbadî wiha axivî:
"Ez ji qelbê Mûsilê serkeftinê radigihînim. Ez têkçûna dewleta xurafeyan a li Mûsilê hatibû ragihandin îlan dikim. Serkeftina mezin bi dest hêzên ewlehiyê, birîndar û şehîdan pêk hat."
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Serkeftina me li dijî wehşet û terorîzmê ye. Ez merciê dînî Elî Sîstanî û hemû hêzên ewlehiyê tebrîk dikim û sipasiya xwe tînim ziman. Ev serkeftin bi plana iraqiyan û hewldana wân çêbû. Divê iraqî bi vê serbilind bibin. Di têkoşîna li dijî terorê de sipasiya hemû welatan dikim ku piştgiriya me ya lojîstîk, esmanî û bejayî kirin. Iraq îro li gor serdemên berê zêdetir yekgirtî ye. Li pêş me pêkanîna îstiqrarê, îmara binyadê û îmhaya hucreyên DEAŞê heye. Çawa ku em di têkoşîna li dijî DEAŞê de gihîştin hev divê di vê mijarê de jî em hev bigirin."
Îbadî di dawiya axaftina xwe de alaya Iraqê ya di destê fermandeyê li kêleka xwe de girt û dirûşma "Bijî Iraq" berz kir.