Muhammet Kurşun
10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Berdevkê Wezareta Derveyî ya Îranê Behram Qasimî, diyar kir ku peymana agirbestê ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Emrîkayê Donald Trump de hatiye kirin wan girênade.
Qasimî di civîna heftane ya çapemeniyê de cewaba pirsên rojnamevanan da û got ew ne garantorê peymana Emrîka û Rûsyayê ne di mijara Sûriyê de. Lê li gor peymana Astanayê di çarçoveya têkiliyên taybet de dê danûsetendinê bi Moskovayê re bidomînin.
Qasimî got peyman Îranê girênade û eger peyman bi awayekî ku hemû Sûriyê bixwe nava xwe û piştgiriyê li herêmên bêpevçûn ên di mutabeqeta Astanayê de hene bike dibe ku qebûl bikin.
Herwiha got ji ber "îcraetên kevn" ên Emrîkayê biguman nêzîkî peymanê dibin û ev dê li ber berdewamiya hevdîtinan astengiyê çêke.
Der heqê referandûma serxwebûna Herêma kurdistanê de jî wiha axivî:
"Helwesta Îranê der barê yekparçeyiya axa Iraqê de naguhere. Di vê mijarê de peywendiyên me bi hikûmeta Iraqê ya merkezî û komên din re didome. Her gava ku yekparçeyiya Iraqê bixe xeterê dê welat zêdetir bikeve alozî û bêaramiyê.