Ramazan Toprak
10 Adar 2017•Rojanekirin: 10 Adar 2017
WASHINGTON
Serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî li Senatoyê û Senatorê Komarîxwazan ê Arizonayê John McCain, ji Fermandeyê Hêzên Navendiyê (CENTCOM) Joseph Votel re got: "Ji ber ku hûn ciddiyeta Tirkiyê der barê PYD/PKKyê de fêm nakin, ez li ser rêya operasyona Reqqayê li benda 'qezayeke trênê' me."
Orgeneral Votel, digel Fermandeyê Hêzên Emrîkayê yên li Efrîqayê Orgeneral Thomas Waldhauser, li Komîteya Xizmetên Çekdarî der barê operasyonên Rojhilata Navîn û yên Efrîqayê de cewaba pirsan dan.
Senatorê Komarîxwazan ê Arizonayê John McCain, diyar kir ku der barê hevkariya Emrîkayê li Sûriyê digel PYD/PKKyê rewşeke pir girîft heye. Bal kişand ser ehemmiyeta Tirkiye û Emrîkayê û bikaranîna binkeya asmanî Încîrlikê di operasyonên li dijî DEAŞê de.
McCain hevdîtina xwe ya digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê bibîr anî û got: "Erdogan der barê piştgiriya ku Emrîka dide PYD/PKKyê heta bêjî bes aciz e."
McCain destnîşan kir ku mesele pir tevlihev e û pirseke wiha jê kir: "Pevçûna navbera Tirkiye û PYDyê de nêzîk dibe, gelo senaryoyeke wisa we dixe fikaran an na?" Votel jî di cewaba xwe de got ew ji pevçûna navbera Tirkiye û PYDyê bifikar e û loma jî ji bo tiştekî wisa çênebe li herêmê hin gav avêtine.
- "Tirkiye neba me nedikarî tiştên ku me kirine bikin"
Senatorê şareza li ser meseleya PYD û PKKyê qenaeta xwe wiha diyar kir: "Ji ber fikarên kurdan (PKK-PYD) me bi awayekî gelekî xelet li hemberî Tirkiyê bi rûsan re hevkarî kir û me xwe xist halekî ecêb." Votel jî got ew li dijî Tirkiyê neketine nav tu tifaqan, endîşeyên Enqereyê fêm dikin û fêdeya wan di şerê li dijî DEAŞê de jî dîtine û wiha dewam kir: "Tirkiye di vê xebatê de şirîkeke muhîm e. Tirkiye neba me nedikarî tiştên ku me kirine bikin."
Votel behsa wê yekê kir ku ew dixwazin aciziya der barê PYD/PKKyê de heyî bi muttefiqê xwe yê NATOyê Tirkiye re bêyî ku zererê bidin têkiliyên demdirêj çareser bikin.
McCain jî bal kişand ser wê yekê ku Enqere PYDyê jî herî kêm tehdîdeke wek DEAŞê dibîne û wiha pê de çû: "Tirkiye, PYDyê wek rêxistineke terorî dibîne, lê Emrîka pê re îş dike, emê çawa ji nav vê meseleyê derkevin?" Votel jî di cewaba xwe de got ji xeynî lîderên eskerî divê lîderên eskerî jî ji bo vê hewl bidin.
- "Ciddiyeta Erdogan der barê PYDyê de nayê fêmkirin"
McCain gotina Votel birrî û got: "Ciddiyeta Erdogan der barê PYDyê de nayê fêmkirin. Ez ji vê yekê ne ewle me." û wiha dewam kir:
"Bi taybetî der barê Încîrlikê, hewcehiya me ya bi Tirkiyê re di fealiyetên din de û rola Tirkiyê di operasyona Reqqayê de ji aliyê me ve nayê teqdîrkirin. Hêvîdar im ku emê teqdîr bikin. Eger tiştin neguherin ez 'qezayeke trênê' çavnêrî dikim. Ez ne ewle me ku rêvebirî ciddiyeta Erdogan der barê tehdîda kurdan (PYD-PKK) de fêm dikin."
- "Kurdên din jî li herêmê îdeolojiya PYDyê qebûl nakin"
Di rûniştina senatoyê de nêrîneke din a der heqê PKK/PYDyê de jî ji aliyê Senatorê Carolina Başûr Lindsey Graham hat ziman. Graham ji Votel re got Tirkiye baskê eskerî yê PYDyê YPGyê wek rêxistina terorî PKKyê dibîne û rêxistin xwedî îdolojiyeke komunîst-marksîst e.
Votel jî got ew fikra Tirkiyê li ser PYD/PKKyê dizane û haya jî îdeolojiya marksîst a rêxistinê heye.
Graham dîsa jê pirsî: "Ev ne tenê pirseke Tirkiyê eleqedar dike. Komên ên kurd jî ajendeya vê rêxistinê destek nakin. Loma, ma ne hewce ye ku em di bikaranîna YPGyê de baldar bin?" Votel jî wiha cewab da:
"Ez jî difikirim ku ev muhîm e. Ji ber vê dema em cihekî wek Reqqayê digirin, em hêzeke ku piraniya wê ji ereban pêk hatiye dixebitînin û baldarî vê xalê dibin."
Votel herwiha li ser şandina 400 eskerî ji bo piştgiriya Emrîkayê di operasyona Reqqayê de jî got: "Ji bo piştgiriya muttefiqên di operasyonê de û sûdwergirtina ji pêşdeçûnan, min bi desthilata xwe ev biryar stand. Hêza topavêj dê digel piştgiriya asmanî fêdeyeke mezin bigihîne operasyona Reqqayê."