Önder Beyter
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump got: "Divê em Koreya Bakur ji nukleerê xalî bikin. Yek ji sedemên sereke yên ziyareta min ew bû ku dinyayê li hemberî nerindiya Koreya Bakur bikim yek."
Trump di vegera seredana Asyayê da li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku li hemberî tehdîda Koreya Bakur, Çîn jî tevda welatên herêmê li ser xeteke hevbeş hatin cem hev.
Trump ziyareta xwe ya ji bo Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Vîetnam û Filîpîn nirxand û wiha got, "Divê em Koreya Bakur ji nukleerê xalî bikin. Yek ji sedemên sereke yên ziyareta min ew bû ku dinyayê li hemberî nerindiya Koreya Bakur bikim yek."
Trump got ku di vê mijarê da ew û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng hemfikr in û ji ber vê yekê ew pir kêfxweş e.
Trump herwiha bal kişand ku di ziyaretan da wî hewl da ku berjewendiyên aborî û bazirganî yên Emrîkayê li Asyayê biparêze. Trump got wî ligel welatên herêmê hevdîtin pêk anîn da ku rêkeftinên dualî yên adil îmze bikin. Herwisa Trump destnîşan kir ku wî di vê pêvajoyê da bi milyaran dolarî peyman îmze kirin.
Trump piştî selefê xwe Serokê DYAyê yê serdemê George H. W. Bushê ku di 1992yan da seredana Asyayê kiribû, bo welatên Asyayê derket tûra herî demdirêj û di vê maweya 13 rojan da seredana Japonya, Koreya Başûr, Çîn, Vîetnam û Filîpînê kir.