ANKARA
Ajansa Nûçeyan a Japonyayê Radîo Press Inc.yê peymana abonetiyê bi Andolu Agencyê (AA) re îmze kir.
Armanca AAyê ew e ku bi çarçoveya "Vîzyona Sala 100emîn" ve bi 11 zimanan ve weşana nûçeyan bike. Ji ber vê jî ajans weşana xwe ya pirzimanî didomîne û bi tirkî, îngilîzî, erebî, bhs (boşnakî, hirvatî, sirbî), rûsî û kurdî weşanê dike. Ji bilî weşana pirzimaniyê AA dixebite ku li welatên cuda hejmara aboneyên xwe jî zêde bike.
Ji ber vê jî li Tokyoya paytexta Japonyayê bi Ajansa Nûçeyan a Japonyayê Radîo Press Inc. ya ku nûçeyan digihîne Wezareta Karên Derve ya Japonyayê û Ajansa Hevkariyê ya Navneteweyî ya Japonan re peymana abonetiyê hat îmzekirin.
Ajansa Nûçeyan a Japonyayê Radîo Press Inc. girêdayî Wezareta Karên Derve ya Japonyayê ye, lê di sala 1946an de bû şirketeke xweser. Radîo Press Inc. ajanseke nûçeyan e û ji bo kar bike naxebite. Ajans li Herêma Pasîfîk a Asyayê bû ewilîn aboneya AAyê. Di ajansê de nêzî 70 xebatkar dixebitin. Ajans dê nûçeyên AAyê yên bi zimanê îngilizî hilde û dê wergerîne japonî û biweşîne.