15 Mijdar 2016•Rojanekirin: 16 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Prof. Dr. Mihemmed Nizar Aqîlê sûrî yê ku li Zanîngeha Helebê 30 salî endamê hîndekariyê bû û 6 sal jî rektorî kir, ji ber şerê navxweyî welatê xwe terikand û niha kariyera xwe li Fakulteya Tibê ya GAUNê didomîne.
Aqîlê bavê 6 zarokan li Makezanista Patolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Gazîentabê (GAUN) wekî endamê hîndekariyê dixebite. Aqîl di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew li Zanîngeha Helebê endamê hîndekariyê bû û wî di navbera 2004-2010an da rektoriya zanîngehê kir.
Aqîl diyar kir ku di sala 2012an da ji ber bûyerên li welatê wî, wî koçî Entabê kir û wiha xeberda, "Vêga ez li Zanîngeha Gazîentabê endamê hîndekariyê me. Dema ez hatim vir, li Beşa Patolojiya Îngilizî ya Zanîngeha Gazîentabê kêmasiya hîndekaran hebû. Ev kar li gorî min bû. Min li vir dest bi kar kir. Ez hem li nexweşxaneyê lêkolînên patolojîk dikim û hem jî ez li Fakulteya Tibê dikevim dersên xwendekarên pola duyem û sêyem."
Aqîl diyar kir ku li nexweşxaneya zanîngehê alîkariya mamosteyên di beşa patolojiyê da jî dike û got ku gelek kêfxweş im ku 30 sal in wezîfeya di beşa xwe da li Tirkiyeyê dikim.
Aqîl diyar kir ku GAUN zanîngeheke mezin e û got ku ji hêla hîndekaran va rewşa zanîngehê baş e.
Aqîl diyar kir ku li nexweşxaneya zanîngehê salê qederê 20 hezar nirxandinên patolojîk tên kirin û wiha got: "Ev jî zebateke mezin e. Ji xeynî xwendekarên tirk ji Asyaya Navîn, Afrîka, Sûriye û Libnanê gelek xwendekar hene."
- Li vê derê ez xwe wek penaber nabînim"
Aqîl destnîşan kir ku li GAUNê him hîndekar û him jî rêvebir alîkariyê didin wî ew bû xwediyê dostên hêja û wiha dewam kir: "Şerê li Sûriyeyê ne diyar e ku wê bi çi awayî bibe. Niha ez xwe li vê derê wek penaber nabînim. Ez vegerê nafikirim lewra li Sûriyeyê wê çi biqewime hê jî ne diyar e. Bi rastî jî xebatên ez bi xebatên xwe yên ku di Zanîngeha Gazîantepê da dikim gelek kêfxeş dibim û diecibînim jî. Ez ji hîndekar û xwendekaran gelek razî me. Wisa xuya dike ku ezê heta demekê li vê derê bim lê sibê roj çi derdikeve pêşiya me ez nizanim. Dema li welatê min aramî bi cih bibe helbet ez dixwazim vegerim wê derê."