Muhammet Kurşun
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
PARÎS
Li ber sermaya Parîsê ya ku mirovan diqefilîne çadirên biçûk ên hêlvedayî li ber çavan dikevin. Ev der tekane stargehên bi sedan penaberî ne. Bayekî tund tê û cengzedeyên ku ji şer, birçîbûn û aloziyê reviyane li ber agirê ku bi zorê pêxistine xwe germ dikin.
Sala nû ji wan re bi xweşî dest pê nekiriye. Cihekî lê bimînin, pere û xwarina wan tuneye. Lîsteya kêmasiyan dirêj dibe diçe. Bi şewqa şeveqê re dikevine dorê da ku taştêya xêrxwaz belav dikin bi dest bixin. Roj bi hinek qehwe û hinek nan dest pê dike.
Zahir, 7 meh berê ji Efxanistanê hatiye Parîsê.
Ew wiha behsa çîroka xwe dike:
"Li Fransayê 7 mehên min qediyan û ez her li derve bûm. Evên hûn dibînin hemû penaber in û li derve dijîn. Digotin 'li Ewropayê însaniyet heye', min gelekî bihîstibû ku digotin li Almanya û Fransayê însaniyet û hezkirina însan heye. Lê min bi xwe li vir ji nêzîk ve dît. Qetiyen însaniyet û hezkirina însanan tuneye. Ev pir xerab e, muemeleyeke xerab bi penaberan re dikin, em rastî gotinên çors tên, kes ne di xema kesî de ye."
Çîroka cîranê welatê Zahir, Abadê ji Pakistanê ji ya Zahir ne cudatir e.
Ew dibêje: "Me heqareta li Parîsê li tu devera Ewropayê nedît."
Piraniya yên li sikakên Parîsê dijîn penaberên Efxanistan, Pakistan, Afrîka û Rojhilata Navîn in.
Konên xwe li derdora St Martin û herêma Porte de la Chapelleyê datînin ku ev der bi Çemê Stê ve tê girêdan û gelekî nêzîkî navendên serlêdana penaberiye ne.
Gelek ji wan bi mehan e li benda civanekê ne. Heta wê rojê dê li sikakê bimînin û piştî serlêdanê jî xerentiya bicihbûna wan tuneye.
Şahirê ji Tûnisê dibêje 5 kes ji sermayê mirin lê wek tiştekî ji rêzê tê dîtin û kes napirse. Yek ji sedemê vê jî ew e ku li Parîsê kampên penaberan tunene. Piştî xerakirina Kampa Calaisê kuçezede zêde bûne. Li Calaisê teqrîben 7 hezar kes diman.
Serokwezîr Edouard Philippe gotibû ji sedî 40ê penaberan bêcih in û dê 12 hezar û 500 stargehên din li 80 hezarên heyî werin zêdekirin.
Lê tenê 2016an 85 hezar kes reviyan Parîsê. Ji bo cihê mayînê ewlewiyetê didin jin û zarokan.
Serkomar Macron jî dema dest bi wezîfeyê kiribû ragihandibû ku divê ew himbêza xwe ji penaberan re vekin.
Mihemedê ji Libyayê wiha qala rewşa xwe dike:
"Divê însan van şert û mercên me bibînin. Yanî hemameke em herinê tuneye. Tu nikarî herî cihekî, kesekî te tuneye."
Gul jî ji Efxanistanê reviyaye, salek e li Parîsê ye, dê û bav mirine.
Hemû dibêjin, "Em ji mirinê direvin lê me zanîba ev der wisa ye em nedihatin."