Muhammet Kurşun
04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
ŞANLIURFA
Li Tel Ebyeda navçeya Reqayê li avahiya gumrikê ya rêxistina terorî PKK/PYDyê alayeke din a Emrîkayê hat bilindkirin.
Alayên Emrîkayê li avahiya gumriyê ya Tel Ebyedê ku di kontrola PYDya şaxa Sûriyê ya PKKyê ye ji navçeya Akçakaleya Ûrfayê jî tê dîtin.
Alaya nû piştî operasyona Reqayê li dijî DEAŞê hat destpêkirin hat bilindkirin.
Li avahiya ku gelek mensûbên PKK/PYDyê lê dimînin alaya yekem a Emrîkayê par meha Îlonê hatibû bilindkirin.