Kasım İleri
17 Mijdar 2021•Rojanekirin: 17 Mijdar 2021
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir ku ew ji ber şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê bi fikar in û ragihand ku wan ji bo kêmkirina rageşiyê bangî herdu aliyan kir.
Blinken, di daxuyaniya nivîskî da got: "Amerîka ji ber raporên diyar dikin ku îro di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da şerekî giran qewimiye gelekî bi fikar e. Em bangî herdu aliyan dikin ku bila rageşiyê zêdetir nekin û ji bo vê jî gavên berbiçav biavêjin."