19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
TEL EBYAD
Artêşa Amerîkayê piştî keşfên xwe yên li xeta Tilebyeda li ser sînorê Tirkiyeyê zêdetir ji hezar PYD/PKKyî li herêmê bi cih kirin.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewledar ên Tilebyedê sitendin, karwanên Amerîkayê yên ku ji zirhpoş û pîqaban pêk tên, îran raborî û sêşembê, gihîştin Tilebyeda ku di bin dagîrkeriya HSDya şaxa paravan PKKê de ye.
Leşkerên Amerîkî bi karwanên 10 wesayîtî seranserê 2 rojan li xeta sînorê Sûriye-Tirkiyeyê derketin keşfê.
Piştî keşfên artêşa Amerîkayê rêxistina terorê dest bi sewqiyatê kir û zêdetir ji hezar PYD/PKKYî ketin Tilebyedê.
Rêxistinê 10 xalên nerînê yên ku danîbûn li gundên ser sînor, ku pêşî her yek ji wan 15 terorîstan nobed li wan digirt nuha hejmara nobedaran gihîşt 100î.