20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: "Di meseleya Efrînê de armaca nûçeyên ku dibêjin 'rejim û PYD/YPGyê li hev kir' eşkere ye ku bona propagandayê tên çêkirin. Helbet ev nayê wê meneyê ku tu bazariyên bidizî û qirêj nayên kirin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser hesaba xwe ya twîtterê der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê daxuyaniyek da.
Kalin got ku armanca nûçeyên ku dibêjin 'rejim û PYD/YPGyê li hev kir' eşkere ye ku bona propagandayê tên çêkirin û wiha dewam kir: "Helbet ev nayê wê meneyê ku tu bazariyên bidizî û qirêj nayên kirin. Kî çi bike bila bike Operasyona Çiqlê Zeytûnê wê bi biryar dewam bike û bigihêje hedefa xwe."