Muhammed Emin Canik
30 Gulan 2024•Rojanekirin: 31 Gulan 2024
ÎSTANBUL (AA) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Xezeyê yek, li Şerîeya Rojava 2, bi tevahî 3 eskerên wan ên din jî hatin kuştin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya li ser hesabê wê yê medyaya civakî Xê da hat diyarkirin, ji Taxbûra 101em a girêdayî Tûxaya Paraşutvanan Çawiş Yedidya Azugi (21) li bakurê Xeta Xezeyê di pevçûnan da hat kuştin.
Her wiha hat diyarkirin, li bakurê Xeta Xezeyê eskerek, li başûrê wê jî 2 eskerên Îsraîlî di pevçûnan da xedar birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin, ji Taxbûra Nachshonê ya girêdayî Tûxaya Kfirê Çawiş Eliya Hillel (20) û Çawiş Diego Shvisha Harsaj li Şerîeya Rojava di dema "fealiyeteke operasyonel" da hatin kuştin.
Ji 7ê Cotmehê û vir va ku artêşa Îsraîlê êrîşên dijî Xeta Xezeyê dan destpêkirin, hejmara eskerên Îsraîlê yên di pevçûnan da hatin kuştin, 291 jê di pêvajoya dagiriya bejayî da, derket 642yan.