Ruslan Rehimov
20 Îlon 2022•Rojanekirin: 23 Îlon 2022
Azerbeycanê cesedê 95 eskerên Ermenî yên di pevçûnên li ser sînor da hatin kuştin teslîmî Ermenistanê kir.
Li gor daxuyaniya Komîsyona Dewletê ya Welatiyên Dîl, Winda û Rehîn ya Azerbeycanê, cesedê eskerên Ermenî yên di pevçûnên navbera 12-14ê îlonê da hatine kuştin li herêma pevçûn lê çêbûye digerin.
Hat daxuyandin xebatkarên Dozgeriya Eskerî ya Azerbeycanê li ser cesedê 95 eskerên Ermenî lêkolîn kirin û hat tespîtkirin ku tu şopeke tundiyê li ser wan tune.
Hat gotin piştî lêkolînê cesed bi alîkariya Rêxistina Xaça Sor ya Navneteweyî teslîmî Ermenistanê hatin kirin.
Azerbeycanê di 17ê îlonê da jî cesedê 32 eskeran teslîmî Ermenistanê kiribû.
- Pevçûnên li ser sînorê Azerbeycan û Ermenistanê
Wezareta Parastina Azerbeycanê ragihandibû ku şeva 12ê Îlonê hêzên Ermenistanê li îstiqametên Daşkesen, Kelbecer, Laçîn û Zengilana Azerbeycanê provokasyoneke mezin dane destpêkirin û Azerbeycanê jî bersiv da.
Piştî Şerê Qerebaxê ya 2yemîn ev pevçûna herî mezin e ku bi saya dîplomasiyê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da agirbest çêbû.
Azerbeycanê diyar kiribû 80 eskerên wan hatine kuştin.
Ermenistanê jî daxuyand ku 207 eskerên wan hatine kuştin.