Haydar Şahin
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
PARIS
Xebatkarên Aîr Franceya saziya rêhewayê ya Fransayê ji bo ji sedî 6 zemê bistînin dest bi girevê kirin û hat ragihandin ku di roja 7an a grevê da saziyê bi tevahî 170 milyon ewro zirar kir.
Di daxuyaniya Aîr Franceyê da agahiyên li ser grevên ku li welêt dewam dikin hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 22yê sibatê, 23 û 30yê adarê, 3, 7, 10 û 11ê nîsanê da bi tevahî 7 rojan grev hat kirin, zirara van 7 rojan a li ser saziyê 170 milyon ewro hat hesabkirin.
Di daxuyaniyê bal hat kişandin ku greva 11 sendîqayên ku personelên erdê, kabînê û pîlotên Aîr Franceyê endamê wan in ji bo başkirina şert û mercên xebatê û ji sedî 6 zema mehaneyê dabûn destpêkirin ew ê îro û sibê jî dewam bike, ji sedî 25ê firînan hatin beltalkirin.
Li gor vê ji sedî 65ê firînên navneteweyî yên ciyên dûr û ji sedî 73yê firînên ciyên nêz ew ê werin kirin. Tê gotin ku herî hêzde firînên li Parîsê di bin tesîra grevê da man.
Xebatkarên Aîr Franceyê berê jî bi rêveberiya şirketê ra hatibûn ba hev û li hev nekiribûn û li ser vê gotibûn ku ew ê di 17, 18, 23 û 24ê nîsanê da grevê bikin.