Türkan Tosun
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
BOGOTA
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos got Jesus Santrîchê ku yek ji navekî girîng ê Hêzên Çekdar ê Şoreşger ê Kolombiyayê (FARC) ye û ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hatiye binçavkirin dibe ku îadeyê Amerîkayê bê kirin.
Piştî ku FARC û hikûmeta Kolombiyayê li hev kir, bi navê Hêza Şoreşger a Alternatîf a Civakê (FARC) partiyeke siyasî hat avakirin ku rêxistin siyasetê bike. Jesus Santrîch jî ji wan 5 kesan yek bû ku wê di rêvebiriya partiyê de cih bigirta. Lê Santrîchê navê wî yê rastîn Seuxîs Hernandez Solarte ye û 3 endamên FARCê ji ber bazirganiya hişbirê hatin girtin.
Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos got Santrîch piştî peymana aştiyê û lihevkirina bi hikûmetê ra sûcê bazirganiya hişbirê kiriye, ji ber vê sûcî ewê bê darizandin.
Santos got heke darizandin bigihêje wê astê ku divê ew îadeyê Amerîkayê bê kirin, Dadgeha Bilind wê qet dudilî tevnegere û wê Santrîch îade bike.
- Daxuyaniya Serdozger Martînez
Serdozgerê Kolombiyayê Nestor Humberto Martînez jî got ji bilî Jesus Santrîch ji FARCê hin navên girîng ên wek Marlon Marîn, Armando Gomez û Fabîo Sîmon Yulnez Arboleda jî hatine girtin.
Martînez got van kesan ji tîrmeha 2017an vir va ji bo ku 10 ton kokaîna ku bihayê wê 320 milyon dolar e bişînin Amerîkayê peyman çêkirine û heta ji Amerîkayê daxwazeke fermî ya ji bo îadekirinê bê ewê di bin hikmê Serdozgeriyê de bimînin.