Türkan Tosun
30 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2019
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê Mesûd Barzanî daxuyand her çiqas li Iraq û Sûriyeyê hêza eskerî ya DEAŞa rêxistina terorê hatibe qelskirin jî ew hê tehdîd e.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî li mala xwe ya li Hewlêrê bi Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaxa Têkiliyên Derva yê YEyê Christophe Belliard û heyeta bi wî ra hat bal hevdu.
Barzanî û Berlliard li ser rewşa siyasî ya herêmê, têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û geşedanên li HKIyê axivîn.
Barzanî got teror qesda ewlehî û îstiqrara herêmî dike, hêza eskerî ya DEAŞê hatiye kêmkirin lê ew hê jî li Iraq û Sûriyeyê tehdîd e.
Berlliard jî got Yekîtiya Ewropayê amade ye ku di qada reform, îdare û aboriyê da ji HKIyê ra piştgiriya şêwirmendiyê bike.
Serokwezîrê HKIyê Neçîrvan Barzanî jî roja yekşemê di civîna xwe ya çapemeniyê da hişyarî dabû ku DEAŞ li herêmên cuda ên li Iraqê dibe ku car din derkeve holê.
DEAŞa rêxistina terorê di 10ê Hezîrana 2014an da Mûsil di serî da ji sê paran pareke axên Iraqê bi dest xistibû. Piştî 3 salan di Tîrmeha 2017an da hêzên Iraqê Mûsil ji destê DEAŞê hilda.
Iraqê li dijî DEAŞê serkeftina xwe îlan kir, lê hê jî DEAŞ li bajarên wek Kerkûk, Diyala, Salahaddîn û Enbarê car caran êrîşan dikin.