21 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî bertek nîşanê êrîşa PKKya rêxistina terorê ya ser xeta neftê ya Kerkûk-Yumurtalikê da û got ku "Ev 3-4 roj in ku ji Kurdistanê nikarin ku neftê sewqî Tirkiyeyê bikin. Dibe ku temîr û tedîlata di xetên boriyê de dirêjtir berdewam bike. Gelê Kurdistanê bêdela vê zirar û ziyanê dide."
Dîzayî di qenala televîzyonê ya herêmî ya HKIyê K24ê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîşa PKKya rêxistina terorê ya ser Kerkûk-Yumurtalikê û tehdîdên wan ên ser xeta gaza sirûştî ya ku dê di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê de bê avakirin "nayê qebûlkirin."
Dîzayî got ku "PKK bi nanê gelê herêma Kurdistanê dilîze. Mixabin ku ev yek berê niha jî çendî caran hat dubarekirin. Em divê bi awayejî gelekî eşkere û berbiçav diyar bikin ku ev siyaseta PKKyê xelet e."
Dîzayî qal kir îdiayên dibêjin ku "Tirkiye ji neftê gelekî pere qezenc kir" ji rastiyê dûr e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"PKK îdia dike ku 'Tirkiye ji neftê qezenc dike'. Tu rastiya vê tune. Bi tu awayî rast nîne. Berê her tiştê divê ev yek bê zanîn, Tirkiye mişteriyê nefta ku ji herêma Kurdistanê tê îxraçkirin nîne. Tenê guzergaha derbasbûnê Tirkiye ye. Ji bilî vê tu qezenca Tirkiyeyê tune."
- "PKK nikare tevî karên navxweyî ya Kurdistanê bibe"
Dîzayî qala tehdîdên ku PKK der barê sewqiyata HKI û Tirkiyeyê de dike jî kir û wiha axivî: "Daxuyaniya PKKyê ya wekî "Dijî peymana gaza sirûştî ya di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne' rast nîne. PKK divê dev ji vê siyaseta xwe berde."
Dîzayî bal kişand ku rêxistin hewl dide ku tevî karên navxweyî yê herêma Kurdistanê bike û nirxandina "Ev tehdîdên PKKyî bi awayekî eşkere midaxaleya ser karên navxweyî ya herêma Kurdistanê ye. Heke îdia dikin ku ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê vê dikin, xelet in. Ev bi tu awayî ji bo berjewendiyên gel nîne û nayê qebûlkirin."
Dîzayî destnîşan kir ku dê tehdît nebin sedem ku dev ji pêngavên ku li serê li hev kirin berdin û wiha axivî: "Dê xebatên raxistina xeta boriyê ya gaza sirûştî berdewam bike. Tehdîdên PKKyê yên di vê mijarê de dê nebe sedem ku em dev ji pêngavên ku em diavêjin berdin. Em ji bo ku mehaneyên karmendan û hewcedariyên xwe pêk bînin divê neft û gaza sirûştî îxraç bikin."