Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
BEXDA
Mesûd Barzaniyê Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê yê berê piştî referanduma nemeşrû ya par hat kirin cara ewil li Bexdaya paytext têkilî danîn.
Barzaniyê wekî Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wezifeya xwe didomîne bi Serokwezîr Adil Evdilmehdî û Mihemed Helbûsiyê Serokê Meclisê ra hat ba hev.
Barzaniyê ku ew ê li Bexdayê bi rayedarên din ra jî cibive ew ê sibê here Necefê û bi Muqteda Sadrê serokê Tevgera Sadrê ra were ba hev.
Li bendê ne ku di çarçoveya temasên li Bexdayê yên Barzanî da li ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da û namzedên wezaretên kabîneya hikûmetê yên nehatine wezifedarkirin biaxivin.