Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
MÛSIL
Li Mûsila bajarê Iraqê dema wesayîta xwendekaran derbas dibû teqemeniya di rexê rê da hatibû bicîkirin hat teqandin, di teqînê da li gor tesbîtên ewil 4 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.
Ebdilqadir Ziyab Cebûriyê efser daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Şûraya nehiyeya li başûrê Mûsilê dema wesayîta xwendekaran derbas dibû teqemeniya di rexê rê da hatibû bicîkirin hat teqandin.
Cebûrî destnîşan kir ki êrîşê da piraniya wan xwendekar 4 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn, îhtimal e ku DEAŞa rêxistina terorê ev êrîşa kiribe.
DEAŞa rêxistina terorê li bakur û rojhilatê welêt pirî caran hêzên ewlekariyê di êrîşên xwe da dixin hedef û ev çend hefte ye êrîş zêde bûn.
Hêzên ewlekariya Iraqê di tîrmeha 2017an da Mûsila ku 3 salan di destê DEAŞê da mabû xilas kiribûn.
Her çiqasî piraniya herêman ji DEAŞê hatibe xilaskirin jî endamên rêxistinê li çil û çiyayên Mûsilê, herêma di navbera Kerkûk, Selaheddîn û Diyalayê da û Enbara li nêzî sînorê Iraq-Sûriyeyê çalakî û êrîşên terorê didomînin.