İbrahim Atmaca
04 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Alîkarê Serdozgerê Îranê Mihemed Musadiq diyar kir ku li welêt bikaranîna Instagramê wê were qedexekirin.
Musadiq li paytext Tehranê di avahiya serdozgeriyê da civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji torên medyaya civakî Instagram wê were qedexekirin.
Musadiq behs nekir ku qedexe wê kîngê dest pê bike û wek hinceta vê biryarê wiha got, "Li welêt hin hunermend ji bo kesên ku pêdiviya wan heye li ser Instagramê alîkariyê berhev dikin, lê ev rê li ber sûîstimalan vedike."
Li Îranê bikaranîna malperên parvekirinên civakî yên wek Facebook, Twitterê qedexe ne. Ji ber ku meha çûyî li bajarê Meşhedê seba pirsgirêkên aboriyê protestoyan dest pê kiribû û paşê wek protestoyên dijî rejimê pekiyabû bajarên din, di meha nîsanê da Telegram hatibû girtin. Li welêt ji sedî 55ê bikarhênerên înternetê Telegram bi kar dianîn û ji sedî 23 jî Instagramê bi kar tînin.