MOSKOWA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku bona çareseriya krîza Sûriyeyê formata herî sûdwer û bihêz, formata sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Îranê ye û wiha got, "Em amade ne ku bibin garantorên peymana ku dê di navbera rejima Sûriyeyê û muxalifan da were îmzakirin."
Li Moskowaya paytexta Rûsyayê civîna sêalî ya wezîrên karên derva yên Tirkiye-Rûsya-Îranê hat lidarxistin û tê da di serî da Heleb, mijara Sûriyeyê hat nirxandin.
Lavrov piştî civîna sêalî ya li Mêvanxaneya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê digel Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, hevtayê xwe yê îranî Cewad Zerîf civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê da xeberda.
Wezîr Lavrov bal kişand ku hersê welatan wan li hev kir ku krîza Sûriyeyê divê di çarçoveya yekîtiya axa welat da û bi rêbazên siyasî were çareserkirin.
Lavrov diyar kir ku divê êdî dawî li êş û azara mirovên bêguneh were û herwiha got ku bona çareseriya krîza Sûriyeyê, wan danezanek qebûl kir.
- 'Ji bo ku bibin garantorê peymanê em amade ne'
Lavrov got ku di amadekirina peymanê da keda wezîrên parastinê jî heye û wiha axivî: "Dibê Sûriye wek dewleteke demokratîk, laîk, pirnetewe, pirdîn bê mihefezekirin. Em difikirin ku dibê qirîz li gor biryara Konsêya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 2254an bê çareserkirin. Em Rûsya, Îran û Tirkiyeyê amade ne ku ji bo peymana ku di navbera rejima Sûriyeyê û mixalifan da bê îmzekirin bibin garantor."
Lavrov diyar kir ku piştgiriyê didin teklîfa Serokomarê Kazakistanê Nur Siltan Nazarbayev a ku dibêje bira hevdîtinên Sûriyeyê li Astanayê bên kirin, ew ê têkoşîna dijî rêxistinên wek DAEŞ û Eniya Nusrayê bi biryardarî bidomînin û ji bo ji hev cudakirina rêxistinên çekdar jî hewl bidin.
Lavrov wiha pê da çû:
"Ji bo çareserkirina qirîza li Sûriyeyê rêya herî bi tesîr û kêrhatî formata me ya 3 alî ye. Îran-Rûsya-Tirkiye îspat dikin ku ji bo çareserriyê ev formata kêrhatî ye. Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî çend caran civiya û biryarên girîng hilda. Mixabin ev biyara nehatin pêkanîn. Dibê em mizakereyên di navbera Rûsya-DYAyê da jî ji bîr nekin. DYAyê biryarên ku me bi hev ra pêk neanî. Di hevdîtinên li ser Helebê da DYAyê însiyatîfa xwe paşda kişand. Ji bo ku li Helebê zêdetir kes nemrin em tevgeriyan. Me gişkan hêzên li Sûriyeyê nirxand. Îro hatin ba hev. Di nav çend hefteyan da me tevdîrên hevpar girtin. Me sivîl ji Heleba Rojhilat tehliye kir. Em têkiliyên xwe bi welatên din ra nebirin û bangî wan dikin ku bira tevlî vê pêvajoyê bibin."
Lavrov der barê kuştina Karlovê Balyozê Enqereyê yê Rûsyayê da jî got, "Ji ber piştevaniya ku nîşan da ez ji hevtayên xwe ra sipas dikim. Bi destê pisporên tirk û ûris lêkolîna hevpar tên kirin. Nîşana dewletê wê bidin Karlov."
- "Em yêkitiya sînorên cînarê xwe diparêzin"
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ku ew yêkitiya sînorên cînarê xwe diparêzin û naxwazin ku ew perçe bibin.
Çavuşoglu li Mêvanxaneya Karên Derva ya Rûsyayê bi Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf re hat bal hev. Piştî hevdîtinê her sê wezîran civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Çavuşoglu car din kuştina Karlov bi tundî şermezar kir û sersaxî da gel û dewleta Rûsyayê.
Wezîr Çavuşoglu got ku ew di civînê de li ser meseleya Sûriyeyê, tehlîyekirina sivîlan ên ji Helebê, agirbestê û çareseriyê axivîne û wiha dewam kir: "Li Sûriyeyê çareserî ancax çareseriyeke siyasî ye, ji bilî vê tu rê tune. Ji bo ku agirbest li hemû welatî pêk bê, alîkariyên mirovî dewam bikin emê bi hev re bixebitin."
- Pirs
Çavuşoglu li ser pirsa "Beriya niha ji bo Sûriyeyê gelek hevdîtin pêk hatin. Ji bo Sûriyeyê formata herî mifadar kîjan e? Ferqa vê formatê û yên din hene?" got ku li gor wan formata herî baş, sepandina biryarên ku hatine dayîn e.
Çavuşoglu got ku heta niha gelek biryar hatin dayîn, lê nehatin sepandin û bi bîr xist ku di encamê da li erazî rewş xerabtir bû. Çavuşoglu diyar kir, piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gûftûgo kir, li erazî xebat hatin kirinû di vê da rola erênî ya Îranê jî heye. Çavuşoglu destnîşan kir ku li vê derê ya girîng ew e ku biryarên ku her sê welatan da, were sepandin.
Çavuşoglu li ser pirsa "Mebesta operasyona Mertalê Feratê" got ku mebest ew e ku Minbic ji DEAŞa rêxistina terorê were paqijkirin û penaber û mirovên ku ji cih û warê xwe bûne, dê li wê derê werin bicihkirin. Çavuşoglu diyar kir, vê gavê li der û dora El Babê operasyon dewam dike û piştî ku ev operasyon xelas bû, divê ev der jî ji ehlê El Babê ra were hîştin. Çavuşoglu wiha dewam kir: "Helwesta me timî eşkere ye, li Minbicê hêzên ku minbicî naxwazin jî hene. Divê ev der jî tenê bikeve destê minbiciyan. Tiştekî ne baş e ku komên cuda herin wê derê wir bi rê va bibin û paqijiya etnîkî bikin. Divê destûra vê neyê dayîn."
- Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Zerîf bi şermezarkirina êrîşa li dijî Karlovê Serbalyozê Rûsyayê bi dest axaftina xwe kir.
Zerîf got ku lazime şerê li suriyeyê diqewime êdî bê sekinandin û arikariya mirovahiyê ji wan re bê şandin.
Zerîf wiha axivî:
"Bi hevkariya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li hin herêman ji bo xilaskirina sivîl û derketina komên biçek îtifaqek çêbû. Ev baş û serkeftî bû. Ez bawer im di meseleya Sûriyeyê de wê çareseriyeke siyasî bê dîtin. Ji bo ku Sûriye perçe nebe û axa xwe biparêze em ê arîkariyê bidin. Înşallah ev trajediya gelê Sûriyeyê wê di demeke kin de xilas bibe."
- Metna 3 dewletan ya hevpar
Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergev Lavrov û Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf piştî hevdîtinê metnekî hevpar weşand.
Di metnê da hat gotin ku Tirkiye, Îran û Rûsya tu cihêtiyê nakin navbera nijad, bawerî, dîn û mezhebên li Sûriyeyê, rêzê nîşanî yekîtî, serxwebûn, hakimî û yekîtiya axa Sûriyeyê didin. Hersê welêt jî xwedî wê fikrê ne ku pirsgirêka Sûriyeyê bi rêyên eskerî nayê çareserkirin.
Di metna hevpar da biryara bi jimara 2254an a Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê hilda bû û hewlên wê yên ji bo helkirina meseleyê hatin bibîrxistin. Ji civaka navneteweyî hat xwestin ku bila astengiyên li pêşiya biryarên di vê civînê da hatine dayîn bên rakirin û niyeta xwe ya baş nîşan bidin.
Hat gotin ku Îran, Tirkiye û Rûsya ji hewl û xebatên ku li Helebê bo tehliyekirina muxalifên çekdar û sivîlên dildar hat nîşandan razî ne. Wezîrên hersê welatan jî ji tehliyekirina sivîlên li Fua, Kefreya, Zebadanî û Madayayê kêfxweş in û ji bo pêvajoya tehliyekirinê nexitime û rastî astengiyan neyê jî teahud dan.
Di metna hevpar a hersê welatan da hat diyarkirin ku wezîr di mijara girîng a berdewamiya agirbestê û belavkirina alîkariyên mirovî da mutabiq in. Tirkiye, Îran û Rûsya ji bo berdewamiya gotûbêjên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û muxalefetê û lihevkirina pêşerojê da amade ne ku bibin garantor û ji hemû welatên li wê derê bi tesîr in jî heman tevger hat xwestin.
news_share_descriptionsubscription_contact
