Türkan Tosun
11 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Joe Bîdenê ku li Amerîkayê wek serok hat hilbijartin ji bo Serokatiya Teşkîlata Îstixbaratê ya Navendî (CIA) Wîllîam J. Burns namzed nîşan da.
Li gor daxuyaniya ekîba Bîden, Burns dîplomatekî xwedî tecrubeye yê salan e ku dikare Amerîkayê û gel bi ewlehî biparêze.
Hat gotin Bîden ji bo Serokatiya CIAyê Wîllîam J. Burns namzed nîşan da û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Balyoz Burns wê agahî, mihekeme û nêrîneke ku bikaribe rê li ber gefxwarin hê negîhîjin sînorên me bigire veke."
Balyozê Rûsyayê yê berê Wîllîam J. Burnsê 64 salî di Wezareta Karên Derva da 33 sal xebitîbû.