Hakan Çopur
05 Adar 2026•Rojanekirin: 06 Adar 2026
Çapemeniya Amerîkayê ya îdiaya milîsên Kurdên Îranî li bakurê rojavayê Îranê êrîşa bejayî da destpêkirin kir nûçe, nûçeya xwe bi paş da vekişand.
Barack Ravidê nûçegihanê Axiosa platforma nûçeyan a Amerîkayê, nûçeya xwe ya berê ya têkildarî mijarê vekişand, biwarê rewşa li Îranê, daxuyaniyeke rojane belav kir.
Ravidê bi dema herêmî ya Amerîkayê va piştî nîvro ji jêderekî Amerîkayî, îdiaya "milîsên Kurdên Îranî li bakurê rojavayê Îranê êrîşa bejayî da destpêkirin" kir nûçe, ev daxuyaniya xwe ya li ser Xê jê bir û nûçeya xwe veşikand.
Ravid daxuyaniyeke nû da û wiha got, "Der heqê qewimînên li bakurê rojavayê Îranê li nêzîkî sînorê Iraqê da nûçeyên nakok hene. Êrîşa bejayî ya milîsên Kurdên Îranî dest pê kir yan dê di saetên pêş me da dest pê bike, ne diyar e. Peywirdarekî payebilind ê komeke Kurdên Îranî di daxuyaniya xwe ya da min da îdiaya êrîşa bejayî dest pê kir, derewand."
Di nûçeya ewil a Axiosê da ji jêderekî Amerîkayî îdiaya milîsên Kurdên Îranî li bakurê rojavayê Îranê êrîşa bejayî da destpêkirin, hatibû parvekirin.
Milîsên navborî ji komên piçûk ên mixalif ên Îranî pêk tên ku hebûna xwe li Herêma Kurdistana Iraqê didomînin.
- Daxuyaniya Qesra Spî
Karoline Leavitta Berdevka Qesra Spî duh di brîfînga çapemeniyê da pirseke têkildarî mijarê bersivandibû.
Leavittê di wê mijarê da ya gelo Amerîka ji bo ku li Îranê serhildaneke gel teşwîq bike difikire ku hêzên Kurdan çekdar bike yan na, wiha gotibû, "Nûçeyên îdia dikin ku Serok (Serokê Amerîkayê Donald Trump) planeke wiha pesend kiriye, bi temamî xelet in û divê bi vî awayî neyên nivîsîn."