Nihat Kavşut,Haydar Şahin,Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
WASHINGTON
Bûyerên dema ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a li Washingtonê ya16ê gulanê li ber avahiya Balyozxaneya Tirkiyeyê derketin ji ber alîgirên PKKya rêxistina terorê qewimîn.
Di dema hevdîtina Donald Trumpê Serokê DYAyê û Serokomar Erdogan da (derdora saet 12.30yî da) li Parka Lafayetteyê ya li ber Qesra Sipî hin alîgirên PKKyê û çalakvanên alaya Ermenistanê di destê wan da hebûn û li dijî Tirkiye û Erdogan dirûşm berze dikirin.
Welatiyên Tirkiyeyê yên ji bo dîtina Erdogan û piştgiriyê bidin Tirkiyeyê hatibûn li ser helwest û rewşa çalakvanan aciz bûn û bersiv dan.
Dema nîqaşan dest pê kir gelek endamên teşkîlata polêsên Washington DCyê û Servîsa Îstixbaratê ya DYAyê li qadê bûn.
Ekîbên li wir welatiyên Tirkiyeyê ji qadê derxistin, lê çalakvan û alîgirên PKKyê li qadê man û çalakiya xwe berdewam kirin.
Li ser vê koma alîgirên Tirkiyeyê bertek nîşanî vê helwestê dan. Piştî bertekan polêsan alîgirên PKKyê ji qadê dûr xistin û li derdorê tevdîrên ewlehiyê hildan.
Polêsan welatiyên Tirkiyeyê birin nav qadê ya li hember qesrê û tevdîr hildan.
- Xirecira li pêşiya avahiya balyozxaneyê
Dihat zanîn ku Serokomar Erdeoganê di saet 16.00an da were avahiya balyozxaneyê. Sempatîzanên PKKê di saet 15.30yî da dest pê kirin li parka ber balyozxaneyê kom bûn.
Kêm zêde 20 çalakvanên di komê da posterên Abdullah Ocalanê serokê rêxistinê û Selahattîn Demirtaş û alayên YPGya şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê dabûn destê xwe.
Alîgirên rêxistinê sloganên dijî Erdogan berz kirin û ji tirkên li hemberî rê ra çêr kirin.
Koma ku bi sloganan piştgiriya Tirkiyeyê dikir jî bersiv da koma li hember.
Çiqas dem derbas dibû heqretên li Erdogan û çalakvanên alîgirên Tirkiyeyê zêde bûn.
Çalakvanên ku ji bo çalakiya li pêşiya Qesra Sipî destûr sitandibûn ji bo kombûna li pêşiya balyozxaneyê agahî nedabûn teşkîlata polêsan.
Me dizanibû ku li gor qanûnan ji bo çalakiya li pêşiya balyozxaneyê destûrê lazim nedikir. Lêbelê li gor teamulê dibê agahî bidana polêsan û tevdîrên ewlehiyê bihatina girtin. Sempatîzanên rêxistinê xeber nedabûn polêsan em jî ketin fikaran û me got, "Dibe ku ji bo bûyereke mezin hewl didin?" Lewra dibê tevdîrên ewlehiyê bidana girtin lêbelê ev nekiribûn.
Alîgirên rêxistinê di çalakiya qaşo aştiyane da çêr û heqaret dikirin ku kesên li hember ji kontrolê derkevin.
Sempatîzanên PKKê hetanî nava rê hatin û bi megafonê provakasyon kirin û me dît ku koma alîgirê Tirkiyeyê tehrîq dibe.
Piştî ku çalakvanan petên avê avêtin ser parêzvanan di navbera herdu aliyan da nêzî 10 û 15 saniyeyî ragêşî derket.
Bi tenê du polêsan midaxeleyî çalakvanan kir. Polêsan tu tedbîr newergirtibûn û bi tenê 10 polês li wê derê bûn.
Alp Kenan Dereciyê welatiyê tirk ji ber êrîşa sempatîzanên rêxistina terorê birîndar bû. Rûyê Derecî xwîn bû. Derecî piştî midaxeleya ewil bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.
Ji polêsan re hat gotin ev kesê ku êrîş kirine ka kî ne lê polêsan wek bersiv gotin ew nikarin tiştekî bikin. Ev jî bûyer mezin kirin. Çimkî wan êrîşkaran heqeret û sloganên xwe dewam kirin.
Piştî me agahî hilda, navê wî kesî Kasim Kurd bû û polêsan der barê wî da biryara lêgerînê daye.
Lê polêsan guh neda hişyariyan û aliyê tirk ber bi hêla peyarêyê va şand û ji wan xwest ku bila aram bin.
- Alîgirên rêxistinê bi qasî 15-20 mêtreyî nêzî Erdogan bûn
Hejmara polêsan piştî xirecira ewil zêde bû lê ew barîkatên danîbûn pêşiya aliyê tirkan, dananîn aliyê alîgirên rêxistina terorê.
Ji ber vê kêmasiyê jî alîgirên rêxistinê bi hêsanî nêzî aliyê tirkan bûn, şûşeyên avê bi wan da werkirin, çêr û pêçariyê xwe dan bihîstin.
Alîgirên rêxistinê di çalakiya xwe ya bidestûr a li ber Qesra Spî da ji hêla polêsan va li hêleke gelekî dûr hatin sekinandin lê tu agahî nedane polêsan li ber avahiya balyozxaneyê kom bûn û bi qasî 15-20 mêtreyî nêzî Erdogan bûn.
Dema Erdogan hat avahiyê çalakvanan gelekî heqaret kirin û bi megafonê dengê xwe bilind kirin û hin welatî û parêzvanên Serokomariyê mudaxeleyî wan kir.
Piştî mudaxeleyê jî alîgirên rêxistinê belav bûn.
Ji hêla din va medyaya Amerîkayê jî şûna ji serî heta binî hemû bûyeran bide bi tenê demên dawîn ên bûyerê anîn ser ekranên xwe. Bi vî awayî jî alîgirên rêxistinê wek mexdûr nîşan dan.