Haydar Şahin
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Ming Vancouya Direktora Karên Aboriyê ya Huaweiya (CFO) saziya teknolojiyê ya Çînê ya ku bi hinceta binpêkirina mueyîdeyên li ser Îranê yên Amerîkayê hatibû binçavkirin bi kefaleta 10 milyon dolarê Kanadayê hat berdan.
Di rûniştina kefaletê ya ku raya giştî ya navneteweyî û piyaseyan ji nêz va teqîb dikirin da Wîllîam Ehrckeyê Dadgerê Kanadayê biryar da ku Vancou bi şert were berdan û li benda daxwaza îadeyê ya Amerîkayê bisekinin.
Li gor şertên kefaletê yên ku dadger eşkere kir, Ming ew ê li mala xwe bisekine, 7 milyon pere û milkê 3 milyon dolarê Kanadayê digre jî wekî temînat nîşan bide.
Lions Gate Risk Management Groupê saziya ewlekariyê ya Kanadayê ew ê qeyda bi GPS biavêje guzega lingê Mingê 24 saetan wê teqîb bike û dema lazim bike jî wê binçav bike.
Mingê nikaribe ji sînorê ku saziya ewlekariyê eşkere kiriye derkeve, pasaportên xwe teslîmî otorîteyên Kanadayê bike. Mesrefa saziya ewlekariyê ew ê bi destê Mingê were dayîn.
Ming Vancouya qîza Ren Zhengfeiyê xwediyê Huaweiyê û CFOya saziyê bi daxwaza Amerîkayê bi hinceta binpêkirina mueyîdeyên li ser Îranê ji 1ê berfanbarê vir da di girtîgehan Vancouverê da bû.
Ehrckeyê dadger got ji ku otorîteyên Amerîkayê îadeya Mingê bixwazin 60 roj dema wan heye.
Dibêjin heke Ming were îadekirin ew ê bi hinceta "xapandina saziyên navneteweyî û komployê" were darizandin û heke sûcdar were dîtin jî ew ê 30 sal ceza bixwe.
Wekî mayîn pispor dibêjin ji ber ku Ming bi kefaletê hat berdan rageşiya di navbera Amerîka-Kanada-Çînê da ew ê hinekî kêm bibe.