İbrahim Atmaca
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Brett McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê yê Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ji bo berdewamiya destkeftiyên ku li Sûriyeyê ji destê DEAŞê hatin derxistin heta "hêzên ewlehiya navxweyî" ava nebe, Amerîka wê li Sûriyeyê bimîne.
McGurkê Nûnerê Taybet ê Têkoşîna DEAŞê di cîvîna çapemeniyê ya ku li Wezareta Karên Derva hat lidarxistin da li ser rewşa dawîn a têkoşîna ku bi DEAŞê ra tê dayîn, axivî.
McGurk diyar kir ku li Sûriyeyê li dijî DEAŞê operasyonên eskerî hê dewam dikin û hebûna DEAŞê daket ji sedî yekê, piştî ku DEAŞ bi temamî ji Sûriyeyê were paqijkirin û şûnda seba berdewamiya destkeftiyan ew xebatan dikin.
Li ser pirsa koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike wê kîngê ji Sûriyeyê veqete jî Mc Gurk wiha got, "Ji bo van hemû destkeftiyan em vê gavê kampanyayekê dikin ku ji berdewamiya van destkeftiyan emîn bin. Hedefa eskerî têkbirina mayînde ya DEAŞê ye û heke me di nav çendîn salan da tiştek fêm kiribe, piştî têkbirineke fîzîkî hûn nikarin wê derê biterikînin û pişta xwe bidinê û herin. Ji bo berdewamiya destkeftiyan divê hûn ji avakirina hêzên ewlehiyê yên navxweyî emîn bibin."
McGurk li ser pirsa tunekirina DEAŞê çima ew qas dirêj bû jî got ku milîtanên DEAŞê êlegên bombebarkirî li xwe dikin û li gelek deran teqemeniyên destçêkirî vedişêrin, ji ber vê sedemê şerkirin pir dijwar e û demê dixwaze.
Ji aliyekî din va li Qesra Spî ji bo ku kêmneteweyên li Iraq û Sûriyeyê werin parastin û seba wan piştgirî were dayîn qanûn hat derxistin û Trump di merasima îmzekirina qanûnê da der heqê DEAŞê da got ku têkoşîna DEAŞê ber bi kutabûnê ye û di nav 30 rojî da hemû terorîstên DEAŞî wê werin tunekirin.
Trump di daxuyaniya xwe da wiha got, "Me li dijî DEAŞê karekî pir mezin kir. Li wê herêma dinyayê hejmara wan pir kêm ma û di nav 30 rojên pêş me da tu kes wê nemîne."