Önder Beyter
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
ASTANA
Hevdîtinên tûra 5emîn ên ku mijara wan Sûriye ye û herwiha li Astanaya paytexta Kazakistanê tên lidarxistin, ligel hevdîtinên teknîkî ên dualî û sêalî yên di navbera heyetên ji Tirkiye, Rûsya, Îran, Neteweyên Yekbûyî (NY), rejima Esed û muxalefetê da dest pê kirin.
Hevdîtina ewil li JW Marriot Otelê di navbera heyetên teknîkî yên Tirkiye, Rûsya û Îranê da dest pê kir.
Piştra heyeta rejimê ku di bin serokatiya Nûnerê rejima Esed ê NYyê Beşşar Caferî da ye, ligel heyetên Rûsya û Îranê hevdîtin pêk anîn.
Di vê navberê da heyeta muxalefeta leşkerî jî li Grand Park Esil Otêlê ku lê dimînin, di nava xwe da civîneke şêwrê li dar xistin. Piştî civînê nûnerên muxalefetê bi heyeta tirk ra hevdîtineke teknîkî kirin.
Dûra heyetên welatên garantor li JW Marriot Otêlê cardin bona hevdîtinên dualî û sêalî kom bûn.
Dîplomatên ji Urdin û DYAyê jî beşdarî civînan bûn. Dîsa di civînan da Nûnerê Taybet ê Mijara Sûriyeyê Steffan de Mistura NYyê temsîl dike. Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva Sedat Onal serokatiya heyeta tirk dike. Alexander Lavrentîevê Nûnerê Taybet ê Mijara Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn, Rûsyayê û herwiha Alîarê Wezîrê Karên Derva Huseyîn Ensarî jî Îranê temsîl dike.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên beşdarê civînan hat standin, rojeva sereke ya hevdîtinan, diyarkirina sînorên teqez ên "herêmên bêpevçûn" ku di tûra borî da biryara wê hatibû dayîn e û herwiha kifşkirina herêmên ewle ye.
Lavrentîevê Nûnerê Taybet ê Mijara Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn, di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê da destnîşan kir ku hevdîtinên di warê herêmên bêpevçûn û agirbestê da dewam dikin, li ser sînorên herêman lihevkirin hê pêk nehat û herwiha mijar îro an jî heya sibê wê bigehîje biryarekê.
Dîplomatê ûris bal kişand ku helwesta hemû heyetan jî êrênî ye.
Tê pêşbînîkirin ku civîna sereke wê sibê bi beşdariya hemû layenan va û di bin serokatiya Wezîrê Karên Derva yê Kazakistanê Kayrat Abdurehmanov da were kirin.