Haydar Şahin
26 Nîsan 2019•Rojanekirin: 28 Nîsan 2019
Li Sûdanê piştî 30 salan bi tevgera gel va rêveberiya Omer Beşîr ji text hat daxistin, aktorên ciwan ên tevgera gel a 4 meh in dewam dike bi resmên li ser dîwaran xêz dikin va qala şoreşê û qezencên xwe dikin.
Li ser dîwarê goristana nêzî baregeha eskerî ya lê xwepêşandan tên kirin van rojan resim tên xêzkirin. Ciwanên beşdarî çalakiyan bûn bi resmên li ser dîwaran xêz dikin va qala şahiya xwe û fikr û ramanên xwe dikin.
Di nav resmên ku ciwanan li ser dîwaran xêz kirin da dîmenên wekî "Jina Sûdanî" ya di xwepêşandanên dijî rejimê da pêşîkêşî kiribû, artêşa aliyê çalakvanan girt û resmên qalê dikin ku rêça rejimê hê tam nehatiye paqijkirin hene.

- Di xwepêşandanên li Sûdanê da jin derketin pêşiyê
Resam Mab Tacedînê resma jineke ji Afrîkayê ya ku kincên xwe yên herêmî li xwe kiriye, bazin û gerdeniyên xwe avêtiye zend û gerdena xwe xêz kiribû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jinan nîşan da ku dikarin mafên xwe yên hatine xespkirin paşda bistînin û ji bo balê bikişîne ser vê jî ev resma xêz kir.
Tacedînê li Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Xartûmê dixwîne û bi hevalên xwe ra beşdarî çalakiyan bû got ku jina resma wê xêz kir bi xeml û kincên xwe û rûyê xwe va çanda Sûdana welatê Afrîkayê nîşan dide û di heman demê da nîşan dide ku ev çand bi tenê çanda Ereban a rejimê empoze dikir nîne.
Tacedîn got ku bi saya şoreşa kirin va xwe bi rihetî îfade dikin û wiha axivî: "Heke şoreş nebûya kesî nikaribû fikra xwe bêyî sînor wekî resim xêz bikira."
- Xeyala Sûdaneke teze
Li dîwarekî din ê goristanê jî Mihemed Kirşî Mihemed û Mihemed Usame resmeke din xêz dikin. Dîwar kesk hatiye boyaxkirin li ser dîwêr nexşeya Sûdana ku beriya qetandina Sûdana Başûr nîşan dide heye.
Mihemed got peyama vê resmê ew e ku "dixwazin Sûdana Başûr dîsa vegere ser welata esil.
Usame jî got, "Em Sûdaneke teze difikirin û dixwazin ku meha nîsanê di qada azadiyan da tiştên teze bi xwe ra bîne."
- Piştevaniya artêşê û gel
Li ser dîwarekê din jî Ebdilmecîd Îbrahîm bi resma xwe qala artêşa ku di 6ê nîsanê ew ji milîsan û hêzên ewlekariyê parastin dike.
Di resmê da eskerekî bi sîlah û li aliyê paşiyê jî gel heye. Îbrahîm got komek efser û hin eskeran helwesta xwe li aliyê çalakvanan nîşan da vê jî tevkarî da pêvajoya şoreşê ji ber vê ev resma xêz kir.
Îbrahîm got, "Heke esker nebûna rejima Bşîr ji text nedihat daxistin."
- Koka darê
Salih Anter jî resma dareke ku koka wê nehatiye derxistin xêz kiriye û dibêje ji bo nîşan bide ku hê koka Partiya Kongreya Gel a partiya Beşîr nehatiye qelandin.