27 Mijdar 2015•Rojanekirin: 28 Mijdar 2015
VAN
55 ciwanên ku diwazin bibin mamoste û li saziyên ku lê dixebitin bibin payebilind li Wanê perwerdeya kurdî dibînin.
Ciwanên ku li Beşa Çand û Zimanê Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê qeyda xwe çêkirin, dixwazin bi diplomayên ku distînin li welatê xwe jiyaneke xweş bijîn.
Omer Huseyîn Eliyê ji Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji ber ku li Wanê perwerdeya kurdî dibîne kêfxweş e û wiha got: "Em li vê der barê zimanê kurdî da hînî gelek tiştan bûn. Me feydeyeke mezin ji vê beşê girt. Em dixwazin ji bo vê beşê perwerdeya lîsansê jî hebe."
Barzî Ebdulxaliq Selahedîn jî destnîşan kir ku di warê ziman da alîkariya me dikin û wiha got: "Ez ê piştî vê perwerdeyê li welêt kurdî fêrî zarokan bikim."
- Xwendekarên biyanî elqeyeke mezin nîşan didin
Serokê Makezanistê ya Beşa Çand û Zimanê Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Alk. Dr. Nesîm Sonmez diyar kir ku xwendekarên biyanî elqeyeke mezin nîşan didin.
Sonmez diyar kir ku 55 xwendekar ji Iraqê hatin û wiha got: "Xwendekarên ku ji vir diplomayê distînin kar dibînin û miaşên wan zêde dibe. Ji ber vê jî eleqeyê nîşan didin. Carna têlefon dikin û agahiyên berfireh dixwazin. Em dixwazin salê qederê 20 kesî hildin."
Sonmez diyar kir ku li enstîtuyê beşên lîsansa bilind ên bitez û bêtez hene.
Sonmez diyar kir ku yên beşa lîsansa bilind a bêtez diqedînin di bin banê Wezareta Perwerdeya Neteweyî û dibistanên taybet da dersa kurdî didin û wiha dewam kir: "Heta niha 25 kesên ku ji vê beşê mezûn bûne wek mamosteyê kurdî dersê didin."