Dilara Karataş
02 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2025
Li New Yorka eyaleta Amerîkayê di kulûba şevê da êrîşa çekdar hat kirin û li gor tesbîtên ewil 10 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya CNNê, li herêma Queensê ya eyaletê di kulûba şevê da êrîşa çekdar hat kirin.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 10 kes birîndar bûn.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.
- Amerîka di sala nû da rastî êrîşan hat
Li kolana Bourbonê ya li New Orleansê jî di saetên ewil ên sala nû da wesayîtek bi suret ketibû nava qerebalixê û li gor agahiyên ewil 10 kes hatibûn kuştin û herî kêm 35 kes birîndar bûbûn.
Êrîşkar li cihê bûyerê bi polêsan ra ketibû pevçûnê û hatibû kuştin.